Rêjeya darvekirinê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku desthiladariya Îranê 2 girtî bi darvekir û wiha got:
Di 14'ê Hezîrana 2026'an de, cezayê bidarvekirinê li girtiyê bi navê Huseyîn Kesanî û Aref Brahui hat birîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Huseyîn Kesanî di 14'ê hezîranê û Aref Brahui di 17'ê hezîrana 2026'an de hatin bidarvekirin.
Li ciwanekî 18 salî cezayê darvekirinê hat birîn
Navenda Mafên Mirovan ên Îranê bi raporekê ragihand ku ciwanek cezayê bidarvekirin lê hatiye birîn û di rapora xwe de wiha anî ziman:
"Ciwanê bi navê Mîsax Rehmetzade yê 18 salî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Bi tohmeta "kombûna ji bo têkdana ewlehiya welat, propagandaya li dijî dewletê û endamtiya di komên muxalefetê de’ hate girtin.
Her wiha cezayê pereyî bi 800 milyon ve li ser ciwanê 18 salî hate sepandin."
Mafên Mirovan a Kurdistanê: 3 ciwanên kurd hatin binçavkirin
Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî 3 welatiyên Kurd hatin binçavkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di raporê de wiha eşkerekir:
"Mistefa Pîrotî yê 51 salî ku xelkê Pîranşarê ye û li Mehabadê dijî, ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer hat binçavkirin.
Elî Şukrî jî ku ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ya Îranê li bajarê Bokanê bêyî fermana hat binçavkirin.
Her wiha Eşkan Abixo jî li cihê karê xwe li bajarê Seqizê bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ve hat binçavkirin û wan ber bi cihekî ne diyar ve birin."
Dengê Binçavkiriyên: Li Îranê 7 jinên birîndar bûne û 6 jî hatin binçavkirin
Malpera Dengê Binçavkirinên Kurd û Îranê jî îro ragihandin ku hêzên Îranê bi ser çalakiyek nerazîbûnê ya niştecihên gundekî li ser sînorê parêzgeha Kermanê de girtin.
Di encama de herî kêm 7 jinên Belûç birîndar bûne û 6 welatiyên Belûç hatine binçavkirin.
Desthilata Îranê bi dar û kêran êrişî ser jinên çalakvan kirin û êşkence li wan kirin.