Li Quneytrayê hêzên Îsraîlê 5 kes girtin

Hêzên Îsraîlê duh li rojavayê gundê Seyda el-Hanût li gundewarên başûrê Quneytrayê, nêzîkî Geliyê Yermûkê ku bi Bilindahiyên Colanê re sînordar e, 5 hemwelatiyên Sûriye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyek herêmî ragihand ku dewriyeke Îsraîlê ji têla veqetandinê ya li herêmê derbas bûye û dema ku sivîl li ser erdên xwe yên çandiniyê li nêzîkî sînor bûn, artêşa Îsraîlê 5 Sûriyeyî girtine.

Çavkaniyê rave kir ku kesên hatine girtin hemû ji niştecihên gundewarên başûrê Quneytrayê ne û di çandinî û şivantiya pez de dixebitin.

Parêzgeha Quneytra û Girê Colanê dikevin başûrê Sûriyê, cihê wê yê staratejîk ji bo Îsraîlê gelekî girîng e, Îsraîlê bi bihaneya ku sînorê xwe diparêze, ew gir kiriye bin kontrola xwe.

Piştî hilweşîna rêjîma berê ya Sûriyê, hêzên Îsraîlê gelek car in dikevin gundewarên Quneytrayê yên li ser sînor û xalên kontrolê yên demkî datînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24