Di navbera Îran û Lubnanê de nakokî û alozî li ser Hizbullahê, berdewam dikin.
Rojnameya El-Axbar a ku nêzîkî Hizbullahê ye, ragihand ku Wezîrê Derve yê Lubnanê Yûsif Rajî, biryara qebûlkirina balyozê nû yê Îranê li Beyrûtê daye sekinandin.
Rojnameyê, di hejmara xwe ya roja şemiyê de, diyar kir ku piştî destnîşankirina Ehmed Sweydan wekî balyozê nû yê Lubnanê li Tehranê, Îranê navê balyozê xwe yê pêşniyarkirî pêşkêşî Wezareta Derve ya Lubnanê kiriye.
Li gorî raporê, Yûsif Rajî, dosyaya balyozê nû yê Îranê pêşkêşî Kabîneyê nekiriye û pêvajoya qebûlkirinê ê (dayîna bawernameyan) rawestandiye.
Rojnameya Lubnanî El-Axbar, di rapora xwe de rexne li nêzîkatiya Hikûmeta Lubnanê ya li hemberî Tehranê kir û got ku berdewamiya van polîtîkayan, zirarê dide têkiliyên derve yên Lubnanê.
Nakokiya li ser bêçekkirina Hizbullahê di navbera Îran û Lubnanê de her ku diçe kurtir dibe.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê: Em ê bêçekkirinê qebûl nekin
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Naîm Qasim jî roja şemiyê, redkirina xwe ya plana bêçekkirina partiya ku ji hêla Îranê ve tê piştgirîkirin dubare kir.
Şêx Naîm Qasim, diyar kir ku ev daxwaza Amerîka û Îsraîlê ye.
Qasim behsa gefên Îsraîlê kir û got, "Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bêje ku her çend ezman hilweşe jî, em ê xwe biparêzin."
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê, zêde kir ku her çend "tevahiya cîhanê li dijî Lubnanê bibe yek jî", Îsraîl dê di gihîştina armanca xwe ya bêçekkirina Hizbullahê de, bi ser nekeve.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Naîm Qasim, Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Tom Barak bi wê yekê tawanbar kir ku ew hewl dide Lubnanê bi Sûriyê ve girê bide.
Weşangeriya giştî ya Îsraîlê 'Kan' berê ragihandibû eger Hikûmeta Lubnanê nikaribe Hizbullahê bêçek bike, artêşa Îsraîlê, planek amade kiriye ku êrîşeke berfireh li dijî hedefên Hizbullahê, bide destpêkirin.
Dijberiya Tehranê ya li hemberî bêçekkirina Hizbullahê û destwerdana wê di karûbarên Lubnanê de bûye sedema zêdebûna nakokî û aloziyan di navbera Beyrût û Tehranê de.