Duh di hevdîtina nîqaşkirina rêbazên şerê li dijî DAIŞê ya di navbera rayedarê leşkerî yê Amerîkî û rayedarê Wezareta Navxweyî ya Sûriyê de êrîşek pêk hat.
Li aliyekî tê gotin ku dema leşkerên Amerîkî li gel hêzên Sûryeyê civîn diparastin êrîş li ser wan hatiye kirin, li aliyê din jî tê gotin ku êrîş li ber deriyê baregeheke bi hêz a Fermandariya Ewlekariya Navxweyî piştî bidawîbûna gera hevbeş a di navbera her du aliyan de pêk hatiye.
Her wiha di encamê êrîşê de 2 leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin û sê endamên ewlehiya navxweyî yên Sûriyeyê jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du balafirên şer ên F-16 şandin ser Tedmurê (Palmîra).
Hat ragihandin ku êrîşkar endamekî Hezên Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Vegûhêz ya Suriye yê. Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Sûriyê jî got ku êrîşkar di hêzên ewlehiyê de nexwedî posteke rêbertiyê ye, bêyî ku zelal bike ka ew endamekî pilebilind e an na.
Ji ber vê yekê jî prosedurên lêpirsînê yên ku hatine destpêkirin li ser bingeha lêkolîna daneyên dîjîtal ên êrîşkar û tesbîtkirina ka gelo têkiliyek rêxistinî ya rasterast a wî bi DAIŞê re heye lê ew îdeolojiya tundrew digire.
"Êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin"
Têkildarî mijarê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin û her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku êrîşkarê girêdayî DAIŞê bi tena serê xwe tevgeriyaye.
Di heman çarçoveyê de Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got: "Ev êrîşeke DAIŞê bû li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Sûriyeyê, li herêmeke pir xeternak ku ne di bin kontrola wan a tevahî de ye."