Medyaya Îsraîlê ragihand ku balafireke bêmirova ya Hûsiyan ku ji Yemenê ber bi bajarê Elat ê li başûrê Îsraîlê ve dihat, hatiye bêbandorkirin.
Di heman demê de, li gorî Ajansa Weşanê ya Îsraîlê, rayedarekî payebilind ê leşkerî yê Îsraîlê gef xwar ku dê li dijî Hûsiyan tolhildanê bike û got: "Ew ê bedela vê bidin".
Li gorî heman çavkaniyê da zanîn ku vî rayedarî got ku ew ê Îsraîl biryar bide ku kengî û çawa li Hûsiyan bidin û wiha got:
"Hûsî li ser daxwaza Tehranê ji ber tengasiya Deweta Îranê, tevlî şer bûn.”
Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin,îro ragihandin ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve, ev cara yekem e ku mûşek avêtin Îsraîlê.