Bafil Talebanî: Êrîşkirina li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku "kiryarên bi vî rengî nayên qebûlkirin û ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê gef in."

 

Talebanî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin serweriya qanûnê û wiha got:

 

"Em ji bo tesbîtkirina kiryarên vê bûyerê û ji bo ku bê guman werin darizandin, daxwaza lêpirsîneke hevpar dikin.

 

Em amade ne ku bi her awayî ji bo vê pêvajoyê piştgiriyê bidin."

 

Serokê YNK'ê her wiha bang li hemû aliyan kir ku ji bo parastina aramiyê bixebitin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye