Serokwekîla Koma DEM Partîyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di dema hevdîtinên budceyê yên li Parlamentoya Tirkiyê de li ser rapora partiya xwe axivî û diyar kir ku partiya wê di çarçoveya pêvajoyê de amade kiriye û bersiv da rexneyan.
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku tiştên li ser rapora DEM Partiyê tên gotin rastiyê nîşan nadin û wiha got:
"Rapor nas nekirine, ez ne bawerim ku xwendine jî.
Niha hewl didin ku berovajî bikin û têgihîştineke şaş ava bikin.
Rapora me ji wan gotinên ku me heta îro gotine pêk tê, nexşerêyekê dihewîne, bi gotin û hevokên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan dagirtî ye."
"Hinek aliyên dewletê yên li derveyî norman hene"
Gulistan Kiliç Koçyîgît da diyar kirin ku ew ji bo aştiyê têdikoşin û wiha lê zêde kir:
“Em di vî welatî de dibêjin bila kes nemire, ciwan nekevin bin axê, aştî çêbibe, gelên Kurd û Tirk wekhevî, azadî û bi hev re di welatekî hevpar de bijîn.
Em ji bo vê siyasetê têdikoşin, lê em dibînin ku dijberên pêvajoyê hene ku dixwazin rê li ber aştiya Kurd û Tirkan bigirin.
Gelo ma ne hewce ye mirov binêre bê kî li pişt van dijberên pêvajoyê ye?
Bi ya me hewce ye mirov binêre! Werin em eşkere û zelal bibêjin, li pişt van dijberên pêvajoyê hinek aliyên dewletê yên li derve hene norman hene, ev yek eşkere û zelal e.
Eşkere û zelal e ku rêxistinên îstixbaratê yên hinek hêzên navneteweyî yên li herêmê hene, her tim dixebitin da ku Kurd nebin xwedî maf.”
“Kurd dê bibin welatiyên wekhev û azad ên vî welatî"
Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de got ku ew dê li hemberî van hêzan serî netewînin û “Kurd dê bibin welatiyên wekhev û azad ên vî welatî."