Wezareta Parastinê yê Tirkiyê derbarê ketina balafirê de daxuyaniyek weşand û got:
"Balafireke barhilgir a C130 ku ji Azerbaycanê ber bi welatê me ve diçû li Gurcistanê ket xwarê.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevahengiya rayedarên Gurcistanê dest pê kirine."
Her çend sedema ketina balafirê hîn nehatiye eşkerekirin jî, hat hînbûn ku tîmên li herêmê ji bo cihê bûyerê hatine şandin û xebata wan berdewam dike.