Nasnameya 22 cangoriyan ku bi testa DNA’yê re hatin tespîtkirin ,îro cenazeyaên wan anîn gundê Solax, bi hezaran ji şêniyên Şengalê, pêşwazî li cangoriyên fermanê kirin.
Hikûmeta Iraqê ji sala 2019’an ve dest bi vekirina gorên komî kiriye, lê ev gav nehatiye temamkirin.
Heta niha 93 gorên komî hatine dîtin, 55 gor hatine vekirin di nava wan de, 750 cenaze hatine derxistin û 38 jî li benda vekirinê ne.
Bi vekirina gorên komî re, hestiyên qurbaniyên fermanê ji bo tesbîtkirina nasnameyan, ji bo Tiba Edlî ya Bexda û Mûsilê tên şandin.
Sibe wê li gundê Solax merasîmeke fermî bê lidarxistin û cenazeyên cangoriyan bidin malbatên wan û di goristanên cuda de bên veşartin.