Tevî ragihandina agirbestê jî li parêzgeha Siweydayê ewlehî û aramî çênebûye, ji ber ku her roj bi roj agirbest tê binpêkirin, bi sedema dorpêçê pêdiviyên jiyanê nayên peydakirin û nexweşên penceşêrê ji ber kêmbûna kelûpelên bijîşkî êşê dikişînin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOUHR) diyar kir ku li gundê Necranê, bakurê Parêzgeha Siweydayê, bi çekên giran agirbest hate binpêkirin.
Heta niha tu rapor derbarê qurbaniyan de nehatiye wergirtin.
Çekdaran êrişî karwanê alîkariyê kir
Her wiha alîkariyên mirovî ku ji bajarê Ceramana ber bi Siwêdayê ve diçû, li rojhilatê Derayê ya di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de, rastî êrişeke çekdarî hat. Di encama vê êrişê de 7 xwebeş hatin revandin û xureka di erebeyan de dizîn.
Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kir ku ji revandiyan, 3 kes hatine berdan, lê hîna 4 kes girtî ne û navên wan wiha ne: Abid Ebû Fexir, Fîdaa Ezam, Yamin Memdoh El Sehnawî, Ridwan Zeyd El Sehnawî. Ew hemû ji Ceremanayê ne.
Ji bilî binpîkirinên piralî pirdgirêka dorpêç kirinê li Siweydayê berdewam dike.
Dorpêça Siweydayê rewşa mirovî xerab dike
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOUHR) ragihand ku Nexweşên penceşêrê li parêzgeha Siweydayê ji ber kêmbûna giran a derman û dermankirina bingehîn êşê dikişînin.
Nebûna dermanan jiyana nexweşên penceşêrê dike xeteriyê
Her çend nûçe li ser gihîştina mîqdarên mezin ji dermanên penceşêrê bo parêzgehê belav bûne jî, çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku ev nûçe rastiyê nîşan nade, ji ber ku hîn ti mîqdarek ji dermanên pêwîst negihîştine navendên dermankirinê yên li parêzgehê.
Herî dawiyê jî Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî di civîna li Urdunê idîa kir ku Hikûmeta Sûriyê her dem amade ye ku alîkariyan bişîne Siwêdayê û got: "Wê Hesab ji hemû kesên ku li Siwêdayê agirbestê binpêdikin were pirsîn."
Şerê Siweydayê di 13`ê tîrmehê de dest pê kir û piştî 7 rojan, agirbestek hat ragihandin, lê heya niha ew agirbest bi temamî nehatiye bicihkirin û rojane di bin navên cuda de, êrîş li ser çend gund û bajarokên girêdayî Siweydayê tên kirin.