Trump daxwaza Îsraîlê ya cezayên ser Sûriyê red kir

Medyaya Israîlê eşkere kir ku Amerîka daxwaza Israîlê ya hiştina hin cezayan li ser Sûriyê red kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya Îsraîlê ragihand ku alîkarên Serokwezîrên Israîlê Binyanîn Netenyahu ji rêveberiya Trump Xwestiye ku hin cezayan li ser Sûriyê bihêlin, da ku weke kaxezeke fişarê di danûstandinan de bi kar bînin.

Hate gotin ku  rêveberiya Trump ev yek red kiriye, lê soz daye Israîlê ku ew ê wê qerebo bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump Roja înê,  budceya Berevaniyê îmze kir ku têde  xalekê derbarê pûçkirina cezayên Qeyser li ser Sûriyê hebû.

Duh jî 134 Endamên Komarî di Kongireya Amrîkî de daxwaza çavdêriya hikûmeta Sûriyê û pabendbûna wê bi mercên Amerîkî kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye