Civîna MGK'ê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) îro hat lidarxistin. Piştî civîna ku nêzî 2 saetan dom kir, daxuyaniyeke hat dayin û tê de behsa pêvajoyên li Rojhilata Navîn û cîhanê hat kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Lijneya Ewlekariya Neteweyî MGK di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de civiya.

Piştî civîna ku nêzî 2 saetan dom kir, daxuyaniyeke nivîskî hat dayin û tê de behsa peyman û pêvajoyên li Rojhilata Navîn û cîhanê hat kirin.

Hat diyarkirin ku di civînê de ligel lihevkirina di navbera Sûriye û DYAyê de, pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û geşedanên gerdûnî û herêmî hatine nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye bi erka xwe wekî welatê garantor, dê destûrê nede ku pêvajoya aştiyê ya li Rojhilata Navîn xera bibe û got:

Me di civînê de xebata ji bo gihîştina armancên 'Tirkiyeya Bêteror' û 'Herêma Bêteror' niqaşkir.

Vîna bihêz a ji bo rizgarkirina gelê me û cîranên me ji barê giran ê terorê hat piştrastkirin.

Di berdwamiya daxuyaniyê de kêfxweşiya li ser lihevkirina navbera Îran û DYA`yê hat diyarkirin û ev tişt hat gotin:

Divê ev pêvajo neyê astengkirin.

Tirkiye dê tevkariya xwe ya çalak di hewldanên ji bo dabînkirina aştî û aramiya mayînde ya li herêmê de berdewam bike.

Her wiha wê piştgiriya me ya ji bo xurtkirina yekbûna Sûriyê berdewam bike.

Ji bilî vê vîna me ya bihêz a ji bo berdewamkirina hevkariya stratejîk a ku di her warî de bi Iraqê re hatiye avakirin, bi Hikumeta nû ya Iraqê re jî hat piştrastkirin.

Her wiha balhatkişandin li ser şerê li Lubnan û Xezayê û hat gotin:

Kiryarên tunder ên Rêvebiriya Îsraîlê li Xezayê dewam dike û ev yek serweriya axa Libnanê hedef digire.

Bandoreke neyînî li ser hewldanên avakirina aştî û aramiya li herêmê dike.

Civaka navneteweyî bêdenge û nirxên mirovî û hiqûqa navneteweyî paşguh dike.

Di heman demê de divê Rûsya û Ukraynayê ji bo aştiyeke adil û mayînde di zûtirîn deman de gavan bavêjin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye