Mazlûm Ebdî rêzehevdîtinên xwe yên li Ewropayê didomîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed piştî Îtalyayê çûn Fransayê. Li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re civiyan. Li gorî agahiyan, di civînê de pêşketinên li Sûriyê û pêvajoya entegrasyonê ya bi Şamê re hatin gotûbêjkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ligel pêvajoya entegrasyonê, piştî rêkeftina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê de di 29`ê Çileyê de berdewam dike, hevdîtinên dîplomatîk ên rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî berdewam dikin.

Mazlûm Ebdî roja sêşemê li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyê Tom Barrack re hevdîtinek pêk anîbû.

Hevdîtîna yekem li Îtalyayê bû

Piştî hevdîtinên li Hewlêrê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, dest bi gera xwe ya dîplomatîk a li Ewropayê kirin.

Rawestgeha Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed a yekem Îtalya bû.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi nûnerên Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê yên Îtalyayê re civiyabûn.

Pîştî Fransayê derbasî Holanda û Belçîkayê bûn

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed piştî hevdîtinên xwe yên li Fransayê dê gera xwe ya dîplomatîk a li Ewropayê bidomînin.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji Fransayê derbasî Holanda û Belçîkayê bûn û li wan deran bi rayedarên wan welatan re wê bicivin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye