Mazlûm Ebdî: Hikûmet dê dosyaya dîlgirtiyan beriya cejnê bi dawî bike

Di ser Peymana 29'ê Çileyê re 4 meh derbas bûn, lê hîn jî dosyaya dîlgirtiyan negihîştiye ti encamê. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dosyaya dîlgirtiyan li dijî wan weke zextê bi kar tîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê Mazlûm Ebdî der barê entegrasyonê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî.

Mazlûm Ebdî li ser Peymana 19'ê Adarê, xalên wê û dîlgirtiyên di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de nirxandin kir û ev agahî dan:

"Li gorî hin çavkaniyan, hejmara dîlgirtiyên ku nehatine serbestberdan derdora 400'î ye. Hinek ji wan sivîl in û hinek jî şervan in.

Di 10'ê adarê de, koma yekem a dîlgirtiyan a ku ji 100 kesî pêk dihat, li beramberî 100 kesên nêzî hikûmetê serbest hat berdan.

Koma duyem a dîlgirtiyan jî ya ku ji 300 kesî pêk dihat di 19'ê adarê de, li beramberî 300 dîlgirtiyên hikûmetê serbest hat berdan.

Koma sêyem a dîlgirtiyan a ku ji 400 kesî pêk dihat, di 11'ê nîsanê de, li beramberî 91 dîlgirtiyên hikûmetê serbest hat berdan.

Koma çarem a dawîn di 8ê gulanê de serbest hat berdan û hejmara wan jî 232 kes bûn.

Hinek berpirsên hikûmeta Veguhêz a Sûriyê daxuyandin ku beriya Cejna Qurbanê ew ê dosyaya dîlgirtiyan bi dawî bikin."

Cîgirê Wezîrê Prastinê yê Hikûmeta Veguhêz Sîpan Hemo di daxuyaniyeke xwe de li ser dosyaya dîlgirtiyan wiha gotibû:

"Hikûmeta Îstismarkirina malbatên dîlgirtiyan tiştekî baş nîne.

Aliyên têkildar bi rêyên fermî û li ser asta wezaretê dixebitin, da ku dosyaya dîlgirtiyan çareser bikin."

Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li herêma Cizîrê û Kobanê, rojane malbatên dîlgirtiyan çalakiyên xwepêşandanê li dar dixin û daxwaza zarokên xwe dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye