Li gorî rêkeftina 29’ê çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, vegera koçberên Efrînê didome.
Piştî gihaştina 6 koman, niha koma 7`an jî vedigere cih û warên xwe.
Vê sibehê koma 7`an a ku ji hezar û 500 malbatî pêk tê, ku li bajarên, Dêrik, Qamişlo û Amûdê diman, ji Qamişloyê ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Koçberên Efrînê ji bo vegerê kêfxweş in
Efrîniyên di karwanê vegerê de, ji televizyona me re axivîn.
Efrîniyan da diyarkirin ku piştî 8 salan ew vedigerin cih û warên xwe û niha di kefxweşiya wê de dijîn.
Yek ji koçberan Noser Efrîn jî destnîşan kir ku piştî ewqas zor û zehmetî ew vedigerin warê xwe.
Vegera ji bo Efrînê li gor Peymana 29'ê Çileyê bi rê ve diçe
Di 19’ê gulanê de koma yekem a koçberên Efrînê yên li Kobanê ku ji 623 malbatan pêk dihat, gihîşt bajarê Efrînê.
Ji Cizîrê jî di 9`ê adarê de 400 malbat, di 4`ê nîsanê de 200 malbat, di 14`ê Nîsanê de 800 malbat, di 10 û 11’ê gulanê de jî du komên cuda ku hejmara wan nêzî hezar malbatî bû, vegeriyan bajarê Efrînê û navçeyên girêdayî wê.
Vegera kesên koçber ji bo bajarên xwe di peymana 29'ê çileyê de ya ku di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û QSD'ê de hatibû îmzekirin, hatibû misogerkirin.
Xala 14`emîn a peymanê wiha dibêje:
"Misogerkirina vegera koçberan (ji Efrîn, Şêx Meqsûd û Serê Kaniyê) ji bo bajar û gundên wan û erkdarkirina rêvebirên herêmî di rêveberiyên sivîl ên li van herêman de."
Li gorî peymanê, pêvajoya vegera ji bo Efrînê di 9'ê adarê de dest pê kiribû.