Li Heleb û Kobanê şehîdên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn

Li Kobanê partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê, şehîdên Şengalê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û daxwaza lêpirsîneke adil, naskirina çarenûsa windayan û rizgarkirina kesên revandî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di salvegera 11’emîn a Komkujiya Şengalê de, partiyên siyasî li bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê hemû şehîdên komkujiya 3`yê Tebaxa 2014’an ku li dijî Êzidiyan pêk hat, bi bîr anîn.

 

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji bo gelê Şingalê anî ziman.

 

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna edaletê, eşkerekirina çarenûsa windahiyan û azadkirina kesên revandî kir.

 

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku ji îradeya civaka êzidî re rêzê bigirin.

 

Li Helebê jî Mala Êzidiyan bi daxuyaniyekî şehîdên Komkujiya Şengalê bibîranîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24