Endamên heyetê yên ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk dihat duh çûbûn Girava Îmraliyê.
Heyetê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK'yê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Ev serdan piştî hevdîtina Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi Abdullah Ocalan, wekî ziyareta yekem a heyetê bû.
Herî dawî 24'ê Mijdara 2025'an şandeke Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê ku ji nûnerên MHP, AKP û DEM Partiyê pêk dihat di çarçoveya pêvajoyê de çûbû Îmraliyê û li Abdullah Ocalan guhdarî kiribû.
Li bendêye komîsyon di 4'ê Kanunê de bicive û heyet di derbarê navaroka hevdîtinê de zanyariyan bide komisyonê.