LI TEBQA SALVEGERA 13AN A ŞOREŞA 19Ê TÎRMEHÊ HATE PÎROZKIRIN

Bi boneya salvegera 13an a şoreşa19ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên pîrozbahiyê destpêkirin. Yekîtiya Rewşenbîrên Tebqayê bi boneya rojê şevbuhêrkeke stran, helbest û çalakiyên hûnerî lidarxist.

reset font size increase font size

Yekîtiya Rewşenbîrên Tebqayê li navenda çandê, çalakî lidarxist. 

Bi dehan rewşenbîrên herêmê, endamên Desteya Çand û Huner û Meclisa Kobûna Jinên Zenûbiya yê, beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di çalakiyê de helbestên evîna welat û rihê şoreşê, her wiha stran û kevneşopiyên gelan hatin pêşkêşkirin.

Li bajarê Cil Axa jî, li meydan û deriyê bajêr ve, dest bi daliqandina wêne, al û sembolên şoreşê kirin.

Şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an li bajarê Kobanê bi beşdariya Kurdan û pêkhateyên din, di nav de Ereb, Suryanî û Asûrî, dest pê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye