Di dema qeyûm de şîrketekê îhale wergirtibû, lê pereyê xwe negirtibû Şaredariya Rêya Armûşê da îcrayê.
Ji ber deynên qeyûmê memûrên ku ji bo îcrayê hatibûn şaredariyê dest danîn ser kelûpelên şaredariyê.
Xebatkarên şaredariyê li dijî destdanînê bertek nîşan dan.
Cîgirê şaredariya Rêya Ermûşê Cuneyt Ergun, kiryarên heyî, weke kiryarên derqanûnî pênase kir û got: "Dema qeyûm de şaredariya me 13 milyon TL deyndar bû û ev deyn bûye 15 milyon TL."
Rêveberiya DEM Partiyê, dema şaredarî ji qeyûm dewir girt, deynê şaredariyê mîlyarek 123 milyon 665 hezar 200 lîre û 31 quriş bû.
Ji ber deynê qeyûm rêveberiya şaredariyê her roj bi gefa îcrayê re rû bi rû dimîne.
Serlêdanên ji bo taloqkirina deyn bê encam dimînin.