Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê: Ji destpêka salê ve 150 êriş li dijî hêzên me pêk hatine

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê eşkere kir ku ji destpêka salê ve êrişên çeteyên DAIŞ'ê û çekdarên din ên li ser sivîlan û navendên girîng zêde bûne. Meclisê da zanîn ku tenê ji destpêka salê ve, nêzê 150 êriş li ser navendên leşkerî û ewlehiyê hatine kirin ku di encamê de 6 şervanên wan şehîd bûn e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê eşkere kir ku ji destpêka salê ve êrişên çeteyên DAIŞ'ê û çekdarên din ên li ser sivîlan û navendan zêde bûne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebdulkerîm Iweyid Fendî El Iweyid, di hevpeyvîneke ji ajansa ANHA re, bi berfirehî li ser pêşketinên ewlehî û leşkerî yên herî dawîn ên gundewarê Dêrazorê, axivî.

Wî bal kişand ser zêdebûna êrişên DAIŞ’ê di mehên dawîn de û da zanîn ku hêzên meclisê amade ne ku bersiva tevahî gefan bidin.

Ebdulkerîm El Iweyd ragihand ku li gundewarê Dêrazorê, ji destpêka vê salê ve çeteyên şaneyên DAIŞ`ê bi rêbazên nû êrişî hêzên leşkerî, ewlehiyê, binesaziya xizmetguzariyê û sivîlan kirine û wiha domand: 

“Bi nêrîna me, DAIŞ`ê piştî tevliheviya di encama ketina rejîma berê de, stratejî û taktîkên xwe guhert. DAIŞ`ê sûd ji vê rewşê girt û ji nû ve xwe komî ser hev kir.” 

El Iweyid liv û tevgera DAIŞ`ê li herêmê nirxand û got: “Herêma Dêrazorê berfireh û çolistan e. 

Li her du beravên çemê Firatê dexil heye.

Lewma ji bo şaneyan, stargeh e û dikare serbest dûrî çavan tevbigerin. Gelek aliyên ku ji herêmên din hatine û çem derbas kirine, êriş hêzên me dikin.”

Her wiha El Iweyid aşkere kir ku li dijî hêzên wan li herêma Dêrazorê tenê, 150 êrişên DAIŞ'ê çêbûne û wiha lê zêde kir:

“Meha borî zêdetirî 10 êriş li dijî hêzên me yên leşkerî û ewlekariyê çêbûne ku di encamê de 6 şervanên me şehîd bûne.”

 

Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê: Hêzên me ji tevahî gefan re amade ne

 

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Ebdulkerîm Iweyid Fendî El Iweyid di dawiyê de diyar kir ku hêzên wan ji tevahî gefan re amade ne û got: “Operasyonên me, bi sûd in.

 Di encamê de gelek şaneyên çalak hatin tunekirin lewma aramî li herêmê vegeriya.

Armanca me, em sivîlan biparêzin û nehêlin DAIŞ rewşê bi kar bîne û vegere.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24