Ayşegul Dogan: Dê geşedanên nû pêk werin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijar û geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Dogan da zanîn ku ew di rojên pêş de ji bo bêçekkirinê li benda geşedanên nû ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku desteyên di çarçoveya qanûna pêvajoyê ku hatine avakirin de li qadan dest bi xebatan kirine. 

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku di serdema ku derbas dibin de ji bo hemû qadan pêdivî bi demokratîkbûyînê heye.

Ayşegul Dogan dazanîn ku wê di rojên pêş de di mijara bêçekkirinê de hin gav bên avîtin û ev nirxandin kir:

“Em di rojên pêş de ji bo bêçekkirinê li benda geşedanên nû ne.

Yanî desteyên hatine avakirin li qadan ji bo bêçekkirinê xebatên xwe dikin.

Birêz Ocalan jî divê di kordînatoriya bêçekkirin û siyasetê de dikaribe bi rola xwe rabe.

Divê statuya birêz Ocalan bi cih were û şert û merc bên başkirin.

Desteya Şopandinê ya ji bo qanûn hatiye avakirin civîna xwe ya yekem pêk anî. ''

Ayşegul Dogan da zanîn ku ji bo pêvajoyê, 4 Desteyên Jêr hatin avakirin û li qadê hin xebat jî hatine kirin.

Ayşegul Dogan: Piştî meclîs vebû divê desteya çavdêriyê bê avakirin

Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî vebûna Meclisê ya di 1ê Cotmehê de divê Desteya Çavdêriyê ya Meclise jî bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Em jî amadekariyên xwe dikin.

Li gorî qanûna çarçoveyî divê Desteya Çavdêriyê bê avakirin.

Piştî meclis vebû divê ew deste bê avakirin.

Divê bi temsîlkirineke adil ew deste bê avakirin.

Helbet ya girîng demokratîkkirin e.

Divê darazeke serbixwe pêk were û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi cih werin.”

Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bê başkirin

Ayşegul Dogan dazanîn ku ji bo pêvajoya bêçekkirinê biçe serî divê Abdullah Ocalan di wê lijnê de cih bigre da ku ew kesên ku çekdanîne tevlî siyaseta demokratîk bibin.

 Herî dawî Ayşegul Dogan dazanîn ku pêvajoya aştiyê ne pêvajoyeke bazarê ye, lê ji bo Tirkiyê pêwîstiya destûreke demokratîk heye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye