Bi dirûşma "Zanîn Hunera Azadiyê ye" Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 211 xwendekarên ji beşên cuda yên zanîngehê, merasîma derçûnê li dar xist.
Merasîm li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Hevseroka Zanîngeha Rojava Zêna Elî, bi xêrhatina beşdaran kir û serbilindiya xwe bi xwendekarên derçûyî anî ziman.
Zêna Elî wiha got:
"Em sala 2016`an bînin bira xwe, dema ku zanîngeh vebû, me bi zehmetiyên mezin, bi çavkaniyên lawaz, hejmareke kêm a xwendekar û mamosteyan, dest pê kir.
Lêbelê, van zehmetiyan berdewamiya me, biryardariya me kêm nekir."
Hevserokê Meclisên Zanîngehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl Elî jî wiha lê zêde kir:
"Xwendekarên me wê bi bandor û vînekî xurt beşdarî avakirina civakê bibin."
"Xwendekar avakerên siberojê û kevirê bingehîn ê pêşketina civakê ne"
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Husêyin Osman diyar kir ku xwendekar avakerên siberojê û kevirê bingehîn ê pêşketina civakê ne.
Osman di dawiyê axaftinê xwe de daxwaz ji xwendekaran kir ku xizmeta civak û welatê xwe bikin.
Piştî axaftinan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, rêveber û mamosteyên Zanîngeha Rojava, derket ser dikê û xwendekar pîroz kirin û bawername radestî wan kirin.