Lezgin

Koçer: Zanebûn deriyê Koçberiyê digire

reset font size increase font size

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, sedemên zêdebûna koçberî û awayên pêşî lê girtina wê jî destnîşan kir û wiha got: “Avakirina civakekî rêxistinkirî û zana derî li ber koçberiyê digire.”

Dijmin dixwaze demografiyê biguhere

Hesen Koçer diyar kir ku zêdebûna rêjeya koçberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şerê DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk ên hemdem ve girêdahî ye û wiha axivî: “Dijminên me dixwazin şerên pir dijwar bikin, ji bo ku guhertinên demografî pêk bînin.”

Koçberî wendakirina neteweyî ye

Koçer da zanîn, ev siyaset di çarçoveya bernameya ku ji bo gel dev ji ax û hizrê xwe berde, bikeve pêy tiştên madî û axaftina xwe wiha domand: “Koçberî dihêle civak, nirxên giranbûha şeref, keramet, netew, adet û teqelîdan winda bikin.”

Ax berdan têk çûyîn e

Koçer bi bîr xist ku civaka dev ji axa xwe berdayî têk çûye, belav bûye û ekolojiya xwe winda kiriye. Koçer qal kir, ji bo pêşî lê girtina koçberiyê ev tiştên bingehîn û esasîne û wiha rêz kirin: “Pêşketina siyasî, civakî û dîrokî, geşkirina ruhê welatparêziyê, naskirina sîstema aboriyê ye.” 

‘Divê em li hember şerê taybet têkoşîn bikin’

Cîgirê Hevseokatiya Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Divê em li hemberî şerê taybet ê ku dijmin her tim propagandaya, jiyana Ewrûpa xweş e û bi pêşeroj e têkoşîn bikin.”

Ezîma Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24