Li başûrê Kurdistanê operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin.
Dezgeha Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê-Silêmanî têkildarî girtina çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.
Dezgeha Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku hêzên wan, bi hevkariya bihevguhartina agahiyan li gel Dezgeha Ewlekariyê ya Îraqê li sînorê Silêmanî, Çemçemal, Şarezûr û îdareya serbixwe ya Raperînê 9 çeteyên DAIŞ’ê girtine.
Hat destnîşankirin ku hemû çete bi madeya 3-4 a terorê tên darizandin û lêkolîn der barê wan de dewam dike.