Ji bo 19 parezgehên Tirkiyê hişyariya koda zer hat dayîn

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ser şert û mercên hewayê yên nebaş ku tê payîn wê bandorê li gelek herêmên welêt bike, hişyarî da

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Bakurê Kurdistan û 19 parêzgehên Tirkiyê hişyariya koda zer da, ku tê payîn barana zêde, berf, bahoz û veguhestina toza çolê bibare.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya pêşbîniya hewayê ya ji bo 15'ê Adarê weşand. 

Li gorî pêşbîniyên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya hewayê li seranserê welêt dê ji normên demsalî zêdetir be. 

Lê belê, hate gotin ku dibe ku li hin herêman ji ber barana bihêz û bayê şert û mercên neyînî çêbibin.

Midûrîyetê ji bo barana zêde li Edene, Adiyaman, Bîngol, Bedlîs, Diyarbekir, Gazîentap, Colemêrg, Hatay, Mêrsîn, Kahramanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şanliurfa, Wan, Êlih, Şirnex, Osmaniye û Şirnexê hişyariya koda zer da. 

Rayedaran tekez kirin ku divê welatiyên li van parêzgehan baldar bin û tedbîran bigirin.

"Wê bahozek bi leza bigihêje 90 km/h çêbibe"

Meteorolojiyê ragihand ku li Başûrê Rojhilatê Anatolya ya navîn û derdora Hatayê wê bahozeke bihêz ku di saetê de leza bayê bigihêje 90 kîlometreyan çêbibe.

Hat diyarkirin ku ji ber bûyerê dibe ku ban werin şikandin, dar werin rakirin û veguhestin jî asteng bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye