Kesên ku li Dêrsimê êrîşî Ziyaretgeha Dûzgûn Babayê kirin, hatin girtin

Di lêpirsîna êrîşa li ser navenda ziyaretê ya bi navê Dûzgûn Babayê de, ji 6 kesên ku tabelayên ziyaretgehê xerab kiribûn û hatibûn binçavkirin, 3 ji wan hatin girtin.

reset font size increase font size

Cihê Ziyareta Dûzgûn Babayê, li navçeya Nazimiyeyê ya Dêrsimê dikeve û yek ji navendên herî girîng ên baweriya Elewiyan tê dîtin.

Di 15'ê Gulanê de tabelayên pîroz ên bi navê "Şopên Linga" ji aliyên kesên ku nasnameya wan nediyar e ve hatibûn xerabkirin.

Li ser giliyan bi talîmat û koordînasyona Serdozgeriya Komarê ve, lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.

Kesên êrîşkar bêyî destûr, bi kolandinê zirar dane perestgehê.

Di lêpirsîn û lêkolînê de, 4 gumanbarên ku di nav wan de mixtarê gundê Çewrecikê Zekî Açikgoz jî heye, hatin binçavkirin.

Her wiha hat zanîn ku ji aliyê Walîtiya Dêrsîmê ve, Zeki Açikgoz ji peywira xwe hatiye dûrxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye