Li Îzmîrê erdheja siyasî: Cemîl Tugay û 4 serokên navçeyan tevlî AKP'ê bûn

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tugay tevî serokên çar navçeyan bi awayekî fermî derbasî rêzên AK Partiyê bûn; bi vê gavê piştî çaryek sedsalê cara yekem rêveberiya "kela CHPê" kete destê partiya desthilatdar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tugay ê ku di 18'ê Hezîranê de ji CHP'ê îstifa kiribû, tevî çar serokên şaredariyên navçeyan bi fermî derbasî AK Partiyê bû. Di civîna Encûmena Rêveberiyê ya Navendî (MYK) de, nîşaneya partiyê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve li sîngê wan hat xistin.

Bi vê gavê, rêveberiya Îzmîrê ya ku 25 sal in weke "kela sekulerîzmê û CHPê" dihat nasîn, yekem car kete destê AK Partiyê. Ev derbasbûn ku krîza navxweyî ya muxalefetê kûrtir dike, hem hevsengiya siyasî ya herêma Egeyê guherand û hem jî desthilatê li dijî eniya opozîsyonê bihêztir kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye