Artêşa Rûsyayê pêleke nû ya êrişên dijwar bir ser Kîevê. Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku piştî ketina perçeyên mûşekan û agirpêketina li meraca wesayîtan, cenazeyên du kesan hatine dîtin.
Şahidên li herêmê diyar kirin ku li seranserê bajêr dengên teqînên mezin hatine bihîstin û sîstema parastina esmanî ketiye dewrê. Êrişan ne tenê paytext, lê her wiha herêmên wekî Dnipro, Zaporizhzhia û Kremenchuk jî armanc girtin.
Ev êriş piştî hişyariya Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ya li ser "êrişeke berfireh a Rûsyayê" pêk hatin. Ji ber derbên giran ên li ser sîstema elektrîkê û nêzîkbûna werza zivistanê, pargîdaniyên enerjiyê neçar bûn ku li paytextê qutkirina elektrîkê ya bi demjimêr ferz bikin da ku fişara li ser şebekeyê kêm bikin.