Li Moskovayê di teqînekê de 3 kes mirin û 21 kes birîndar bûn

Li navenda paytexta Rûsyayê teqînekê rûda. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Rûsyayê, ragihandin ku şeva şemiyê, bombeyeke destçêkirî ji hêla jinekê ve hatibû hilgirtin, li nêzî xwaringeheke luks li navenda Moskovayê teqiya.

Di encamê de, 3 kes hatin kuştin û herî kêm 21 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsan got ku teqîn li dora saet 8`ê êvarê bi dema herêmî li nêzîkî xwaringeheke Îtalî ku li yek ji heft avahiyên bilind ên serdema Stalîn ên Moskovayê, bi taybetî li Meydana Kudrinskaya, pêk hat.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê ragihand ku Komîteya Dij-Terorê ya Rûsyayê diyar kiriye ku jineke nenas hewl daye bikeve hundirê xwaringehê, lê ji aliyê cerdevanekî ewlehiyê ve hatiye astengkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye