Piştî pêşbînî û texmînkirina destpêkirina êrîşa leşkerî ya Amerîkî ya li ser Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump sibeha roja yekşemê li ser platforma Truth Socialê bi nivîsekê ragihand ku ew êrîşê betal dike.
Donald Trump daxuyand ku wî li ser daxwaza Îran û welatên herêmê biryara betalkirina êrîşa li ser Îranê daye.
Her wiha di nivîsa xwe de Trump ev agahî dan:
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tevahî amade ye ku li dijî Îranê tev bigere.
Bi asteke amadebûn, hêz û şiyana leşkerî ya ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve nehatiye dîtin.
Lê belê, hikûmeta Îranê û welatên din ên li Rojhilata Navîn ji me xwestin ku em êrîşê rawestînin,
ji ber ku wan li ser çarçoveya peymanekê li hev kirine."
Trump: Min êrîş bi mercê gihaştina rêkeftinekê betal kir
Her wiha Trump di peyama xwe de tekezî li ser vekirina Tengava Hurmizê kir û behsa mijara nukleerî ya Îranê kir û wiha domand:
"Ev peyman dê vekirina demildest û bê şert û merc a Tengava Hurmizê û bidawîkirina gefa nukleerî ya Îranê di nav xwe de bigire.
Li ser bingeha vê daxwazê û ji bo misogerkirina berjewendiyên pêşerojê yên cîhanê
û her wiha mayîndehiya Îraneke geş, ez razî bûme ku vê êrîşê betal bikim,
bi şertê ku em karibin zû bigihêjin rêkeftinekê.
Îsraîl jî di vê pabendbûnê de tev li min dibe."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump doja înê 31’ê tîrmehê, di dema beşdarbûna wî di civîneke kabîneyê de ragihandibû ku Amerîka dê di vê hefteyê de dest bi rêzeêrîşan li dijî Îranê bike.
Trump: Îran bi enflasyonê re rûbirû ye
Li aliyekî din, Serokê Amerîkayê roja şemiyê wêneyek li ser hesabê xwe yê Truth Socialê weşand û tê de behsa kêmbûna nirxê Riyalê Îranî û zêdebûna enflasyona li Îranê kir.
Wêne bi sernavê "Trump nirxê pereyê Îranê wêran dike" hat belavkirin.
Di vê wêneyê de Trump destnîşan kir ku Îran bi enflasyonê re rûbirû ye û nirxê her dolarekî ji nêzîkî 0.9 milyon riyalî gihîştiye 1.9 milyon riyalî.