Parlamenterên Îraqê daxwaza vegerandina boriyên petrolê ji Erebistana Siûdî dike

Çend Parlamenterên Îraqî daxwaz ji hikûmetê kirin ku ji bo vegerandina xwediyê boriya petrolê ya Îraqê, ku di nav axa Erebistana Siûdî re derbas dibe, tedbîrên qanûnî yên bilez bigire, ji ber ku ev borî bi pereyên Îraqê hatiye çêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî êrîşên Amerîka û Erebistana Siûdî yên li ser Îraq û komên çekdar û her wiha hilweşandina serdana Elî Zeydî bo Siûdiyê, Parlamenterên Îraqî dixwazin zextê li Siûdiyê bikin.

Ev bi rêya boriya petrolê ye ku Îraq û Erebistana Siûdî ji Zubeyr li Besrayê heta bendera Mûcîz a Deryaya Sor li Siûdiyê bi hev ve girê dide.

Boriya petrolê ya Îraq-Siûdî, ku du xetên sereke hebûn û dikarî rojane nêzîkî 1.65 milyon bermîl hinarde bike, xwedî çend taybetmendiyên dîrokî û stratejîk e.

Ev borî di dawiya salên 1980’yî de di dema şerê Îran û Îraqê de hat çêkirin da ku Îraq karibe petrolê bi rêya axa Erebistana Siûdî ber bi Deryaya Sor ve bişîne.

Borî di dawiya salên 1980'yî de hat çêkirin 

Ji wir, ber bi bazarên cîhanê ve, bi armanca kêmkirina girêdayîbûna bi Kendavê û benderên din ên cîhanê ve.

Lê di sala 1990'î de, piştî tevlêbûna Îraqê di krîza Kuweytê de, Erebistana Siûdî beşa xetê ku dikeve nav axa wê girt.

Di sala 1990'î de Erebistana Siûdî beşa xetê ku dikeve nav axa wê girt

Paşê, di sala 2001'an de, hikûmeta Siûdî bi fermî ragihand ku wê hemû milk û zeviyên têkildarî boriyê desteser kirine û ew wekî milkê dewleta Siûdî tomar kirine.

Ev yek wekî tezmînat an jî beşek ji bo bandorên darayî û siyasî bû ku wê demê pê re rûbirû ma.

Ji ber vê yekê, normalkrina têkiliyan di salên dawî de nekariye vê pirsgirêka qanûnî û siyasî çareser bike.

Ji aliyekî din ve, ev xet zêdetirî 35 salan e nehatiye parastin û nayê bikaranîn.

Ev xet zêdetirî 35 salan e nehatiye bikaranîn

Ji bo sererastkirina wê ji sifirê, peymanên siyasî yên mezin, budceyeke xeyalî û xebata endezyariyê ya mezin hewce dike.

Hikûmeta Îraqê jî niha li şûna projeya Siûdî, li ser pêşxistina boriyên din ên wekî boriyên Îraq-Ceyhan û Kerkûk-Banyas dixebite.

Di heman demê de Îraq û Tirkiyê duh bi amadebûna wezîrên petrol û enerjiyê peymaneke salekê îmze kirin ji bo veguhastina petrola xav a Îraqê bo bendera Ceyhanê.

Îraq û Tirkiyê peymaneke salekê îmze kirin 

Kêmtirîn hinardekirin dê rojane 750,000 bermîl be.

Li hundirê Îraqê, hin endamên parlementoyê û kesayetiyên siyasî bi fermî daxwaz dikin ku hikûmet gavên qanûnî biavêje, da ku pirsgirêka xwedîtiyê ya xeta Îraq-Siûdî çareser bike.

Ji ber ku di salên 1980'yî de bi qasî 2.6 milyar dolar lêçûn û ji aliyê Siûdiyan ve hat desteserkirin, qerebûkirinê dixwazin.

Bi qasî 2.6 milyar dolarî li xeta Îraq û Siûdiyê çûn

Ev jî piştî wê yekê tê ku Wezareta Parastinê ya Siûdiyê got ku çend dron ji axa Îraqê li ser zevî û tesîsên petrolê yên li herêma rojhilat û Riyadê hatine avêtin.

Êv jî bû sedem ku bang li hikûmeta Îraqê bike ku tedbîrên tund bigire.

Lê paşê di bersiva êrîşan de, operasyoneke leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Siûdî li dijî çend baregeh û meqameyên komên çekdar li çend parêzgehên Îraqê hat destpêkirin.

Êv operasyon jî bû sedema qurbanî û bertekên tund ên siyasî.

Van êrîşan krîzeke siyasî ya mezin çêkir, ji aliyekî ve, rêberên siyasî yên Îraqê binpêkirina serweriya welêt şermezar kirin.

Êrîşan krîzeke siyasî ya mezin di navbera Îraq û Siûdiyê de çêkir

Di heman demê de, seferên dîplomatîk ên di navbera her du welatan û berpirsên payebilind de ji ber rageşiya nû ya ewlehiyê bandor bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye