Li gorî rojnameyê, Wezîrê Bazirganiyê yê berê yê Amerîkayê Wilbur Ross, ji Wall Street Journal re got ku Trump, piştî vê paşketina siyasî, "nikare di mijara Îranê de jî paşve gav bavêje."
Raportê, zêde kir ku Donald Trump, di rojên dawî de bi şêwirmendên xwe re di navbera vebijarkên dîplomasî û çalakiya leşkerî de şêwir kiriye, bi giranî li ser mîrata xwe ya siyasî disekine.
Daily Mail, destnîşan kir ku Trump, li şûna ku êrîşeke taybet û sînorkirî li ser cihên leşkerî û Hikûmeta Îranê bike, difikire ku Tehranê ber bi qebûlkirina peymaneke nukleerî ve bibe.