Wezareta Karên Derve yê Almanyayê diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê ya guhêrbar, hebûna komên teorîst û mîlîsên tewanker li Sûriyeyê metirsî li ser hemû civakan heye.
Wezaretê da zanîn ku sedemên van metirsiyan ne her tim sedemên olî û netewî ne, di heman demê de nakokiyên siyasî, tolhildanê û teoriyên komployê jî sedemên metirsiyan e.
"4 hezar û 424 daxwaza vegera sûriyê kirine"
Li aliyê din jî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, beriya hefteyekê ragihandibû ku îsal zêdetirî 2 hezar kes vegeriyane Sûriyeyê.
Her wiha 4 hezar û 424 kes jî daxwaza vegerê kirine. Lê nayê zanîn ji wan kesên vegeriyane çend ji wan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne.