Li Tehranê mafên xwendekarên jin tên astengkirin

Di destpêka sala nû ya xwendinê de, Koleja Teknîkî û Pîşeyî ya Şerîetî li Tehranê bi biryareke ne fermî û ji nişkê ve ragihand ku mayîna xwendekarên jin ên sala yekem li wargehê wê dirêj neke. Ev biryar ji aliyê xwendekaran ve bû sedema bertekan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwendekaran hewl dan ku têkilî bi rêveberiya wargehê û karûbarên xwendekaran re deynin lê wan tu bersiv negirtin.

Xwendekar neçar man dev ji wargehên xwe berdin, hin ji wan berê xwe dan xaniyên nefermî yên pansiyonê û hin jî serî li xaniyên kirê dan.

Ev yek ji bo xwendekarên zanîngehê yên jin astengiyan çêdike û li gorî pisporên perwerdehiyê, bêparkirina xwendekaran ji mafên wargehê, dê bibe sedem ku ew dev ji xwendina xwe berdin.

Tevî ku rayedarên perwerdehiyê yên payebilind ji bo piştgiriya xwendekarên jin gelek daxuyanî dabin jî mafê wan tê paşguhkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye