Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew li dijî tundiya li ser jinan bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ hatine gel hev.
Di heman armancê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li taxên Sêrt û Wanê civîn li dar xistin û wiha gotin:
"Jin azad bin wê civak jî azad be. Îro jinên Kurd bi saya Birêz Ocalan û tevgera Kurd tên nasîn."
Li Îdirê jî atolyeyek hate lidarxistin, jinan di der barê têkoşîna rêxistinkirî û veguhertina mêran de nîqaş kirin.
Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî xebateke hişyariyê bi heman armancê pêk anî.