Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglûyê beriya civîna meclisê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Halîde Turkoglu anî ziman ku sala 2025'an ji bo jinan bi têkoşînê derbas bûyê û ew di sala 2026'an de civîna xwe ya yekem li dar dixin. Halîde Turkoglu bi lêv kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk weke jin ew jî ji bo aştiyê têkoşiyane û di sala 2026'an de jî têkoşîna wan dê bidome.
Halîde Turkoglûyê eşkere kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn herî zêde bandorê li jinan dikin û wiha got: “Li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li dijî jin, nasname û baweriyan êrîş pêk hatin. Li dijî jinan û welatiyên sivîl sûcê şer pêk hatin. Em ê ji bo Sûriyeke demokratîk û azadiya jinan pêk were têkoşîna xwe bidomînin. Divê ew çekdarên ku sûcên şer kirine werin darizandin. Ji bo wê jî saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî divê di nava hewldanan de bin. Berxwedana li taxan nîşan da ku jin û welatiyên berxwedêr teslîmî vançekdaran cîhadîst nabin. Partiya me, jin û ciwan li qadan li dijî van êrîşan bertek nîşan didin. Em ê jî li dijî van êrîşan deng û helwesta xwe zêdetir nîşan bidin û têkoşîna xwe bilind bikin. Rojava xeta me ya sor e û rûmete me ya. Em bang li saziyên jinan jî dikin û dibêjin; Ji bo Rojava deng derxin peywîrek mirovahiyê ye. Dayikên Aştiyê jî duh li ber Wezareta Karên Derve daxuyanî dan û xwestin Hakan Fîdan îstîfa bike. Daxwaza Dayîkên Aştiyê daxwaza me ye. Li vir qala çareseriyê bê kirin û li wir êrîş bên kirin, ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek zerarê dide pêvajoyê. Divê li hûndir jî li derve jî polîtikayên aştiyê bikeve dewrê.”
Xwepêşendanên li Îranê Rojhilatê Navîn
Halîde Turkoglûyê bal kişand ser xwepêşendanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: “Jin, gel û baweriyên cuda li dijî rejîma dîktator li qadan in. Bi hezaran kesên ji ber mafên xwe derketin kolanan ji aliyê rejîme ve hatin qetilkirin. Ya ku rejîma Îranê bike ew e ku daxwazên gel bi cih bîne. Wisa neke krîz dê mezintir bibe.”
Halîde Turkoglûyê destnîşan kir ku li Tirkiyê jî kuştin û tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe û got ku Tirkiye ji bo jiyana jinan ne bi ewle ye. Halîde Turkoglu diyar kir ku ji ber vê polîtîkayên bêcezakirinê zêdetir dibin û wiha got: “Jiyana jinan bi paketên darazê tê tunekirin. Ji bo kujerên Rojîn Kabaîş bên darizandin têkoşîna me dê bidome. Em ê li dijî polîtîkayên bêcezakirinê û parastina jinan têkoşîna xwe mezintir bikin. Jin li dijî şer, polîtîkayên ku keda jinan didize derdikevin. Em ê nehêlin ku têkoşîna jinan berevajî bê nîşandan. Di sala 2026an de jî wê têkoşîna me ya azadîxwaziyê bidome.”