Hengawê rapora binpêkirinên meha cotmehê eşkere kir

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê rapora xwe ya meha cotmehê di derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê eşkere kir. Her wiha çalakvana mafên mirovan a Îranî Minoo Rouzeddar li Tahranê hate binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê rapora xwe ya Cotmeha 2025`an ya di derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê eşkere kir.

Li gor rapora ku Hengawê eşkere kiriye di cotmehê de li girtîgehên cuda yên Îranê de 8 jin hatin darvekirin.

Bi îdîaya sûcê bikaranîna madeyên hişber Zeyneb Xudabendê li girtîgeha navendî ya Îsfahanê, Nahîd Himetî li girtîgeha navendî ya Nehawendê û Mehbûbe Celalî jî li girtîgeha Navendî ya Reştê hatine darvekirin.

Bi îdiaya sûcê kuştina bi qest Kafiye Qubadzade li girtîgeha navendî ya Şîrazê, Seîde Xudadadî li girtîgeha navendî ya Îsfahanê, Nergis Ehmedî, Mîtra Zemanî, Ketayûn Şemsî li girtîgeha navendî ya Meşhedê hatin darvekirin

Di  cotmehê de li Îranê 19 çalakvanên jin hatin girtin

Hengaw da zanîn ku di meha cotmehê de 19 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin.

Li girtîgehên Îranê cezayê darvekirinê ji bo 2 jinan hat dayîn

Di meha cotmehê de 2 çalakvanên jin bi navên Nesîme Îslamzehî û Şehbaz Teberî hatin darvekirin û cezayê girtîgehê li hin çalakvanên jin hat birîn.

Nasnameyên jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn evin:

Nesîme Îslamzehî  çalakvana olî ya Belû ye bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin.

Zehra Şehbaz Teberî, çalakvana Gîlek ya Reştê bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin.

Nasnameya jinên cezayê girtigehê li wan hatine birîn jî evin:

Îlham Salihî ji Şîrazê bi salek girtîgehê hat mehkûmkirin.

Nahîd Bêhrûzî ji Kerecê,  5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Sîsiyel Kêlêr hemwelatiya Feransa ye, 31 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Rûcdan Seidûn, welatiya Kurd a Bakurê Kurdistanê ye, 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Rojdan Seidûn, welatiya Kurd a Bakurê Kurdistanê ye, 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Sefiye Torsû, welatiya Kurd a Bakurê Kurdistanê,  5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ferûx Xusrewî ji Bêhbehanê ye, 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Çalakvana Mafên Mirovan a Îranî Minoo Rouzeddar hat binçankirin

Herî dawî jî çalakvana mafên mirovan a Îranî Minoo Rouzeddar li Tahranê di mala xwe de hate binçavkirin.

Tê gotin ku Minoo Rouzeddar di dema binçavkirinê de rastî tundiya fîzîkî hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye