Piştî hilweşîna Desthilata Rejîma Baas` ê û hatina hikûmeta nû li ser desthilatdariyê, heman sanryoyên di dema Beşar Elesed de ya kuştin, binpêkirin, talan û tûnekirina ewlehiya herêmê bi awayekî xirabtir dubare dibin.
Careke din, lawaziya rewşa ewlehiyê û belavbûna berfireh a sûcan bêyî astengkirin an berpirsiyariyê li herêmên di bin serweriya Hikûmeta Veguhêz de eşkere dike.
Li gundewarê Şamê vê hefteyê hejmara herî zêde ya kuştinan hat tomar kirin û piştî wê jî bi rêzê parêzgehên Deraa, Lazkiye û Reqqa hatin.
Bi giştî di nava hefteyekê de li gundawarên Şamê, parêzgehên Deraa, Lazkiye û Reqqa di encama 7 tewanan de 7 kes hatine qetilkirin ku di nav wan de 3 jin hene.
Dabeşkirina herêmî wiha ye:
Li gundewarê Şamê di encama 3 tawanan de, sê kes hatin kuştin ku di nav wan de jinek hebû û zilamekî birîndar bû.
Li Reqayê di encama 2 tawanan , jinek û mûrek hatin kuştin.
Li Derayê diencama yek tewanê , jinek hat kuştin.
Li Laziqiyê di encama tewanekê de xortek hat kuştin.
Gefên nû li dijî Dêra ST. Elias li Maaret Saidnaya hatin kirin
Bi van bûyeran ve girêdayî çend demjimêr piştî êrîşa li ser Dêra St. Cyril li Qassayê, gefên nû li dijî Dêra St. Elias li Maaret Saidnaya hatin kirin.
Li Parêzgeha Gundewarê Şamê kesên nenas gefên nû li ser dîwarên "Dêra Mar Îlyas" li Maaret Saidnaya li gundewarê Şamê nivîsandin, ku ev yek gefek eşkere li ser Xiristiyanan nîşan dide.
Hevokên navborî ev bûn: "Mesîhiyan kafir in, ji bilî Xwedê ti xweda tune"... "Piştî Mar Elias li Douilaa... Mar Elias li Maara"...
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ve hatine bidestxistine jî , êrîşkar li ser dîwarê dêrê hevokên tehdîdkar wiha nivîsandine:
"Bi îzna Xwedê, li axa Sûriyê tu muşrîk dê nemînin... Civîna me nêzîk e, ey berazên xaçê", ku ev yek niyeta tundrew a li pişt bûyerê nîşan dide.
Ev êrişên li ser ol û baweriyên cuda xelkê herêmê dixwe nava tirs û fikaran.