Di navbera Îran û Amerîkayê de, berê jî danûstandin, li ser bernameya nuklerî ya Îranê çêbûne, lê heta niha ti encamên berbiçav, nehatine bidestxistin û nakokî berdewam in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja pêncşemê, ragihand ku Îranê, daxwaza rakirina sizayên Amerîkayê yên li ser wê hatine ferzkirin, kiriye.
Donald Trump, derbarê daxwaza Îranê de, ev tişt anî ziman:
"Ez kêfxweş im ku vê yekê bibihîzim. Em ê bibînin ka çi dibe, lê ez ê ji bo wê vekirî bim û li ser vê mijarê nîqaş bikim.”
Amerîka sizayên giran li ser Îranê ferz kirin
Trump, da zanîn ku cezayên giran ên Amerîkayê, li ser Îranê hatine ferzkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, tekez kir ku Îran, wê di bin dorpêçan de tevlî pêvajoya aştiyê bibe.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, diyar kir ku wan hewl daye ku bi Amerîkayê re li gelek cihan danûstandinan bikin, lê heta niha wan ti encameke erênî bi dest nexistiye.
Ebas Eraqçî: Îran wê ji bo danûstandinên bi welatên rojava re dudilî nebe
Ebas Eraqçî, eşker kir ku Îran wê dudilî nebe ku bi Rojava re danûstandinan bike, ger ew xizmeta gelê Îranê bike.
Eraqçî, destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku cezayên li ser wan, bi awayekî bi rûmet rakin.
Wezîrê Derve yê Îranê, tekez kir ku ew ê ti carî neyên xapandin û tenê baweriya wan bi gelê wan heye.
Li gorî kanala El-Erebiyê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, hefteya borî, bi awayekî nepenî nameyek, ji rêveberiya Trump re şand û têde daxwaza vegera rêya dîplomatîk kir.
Her wiha Hikûmeta Îranê û Wezareta Derve ya Îranê jî piştrast kirin ku hin peyam, bi rêya navbeynkaran wergirtine ku daxwaz dikin, bi Amerîkayê re, di derbarê mijara nuklerî de, vegerin danûstandinan.
Elî Xameneyî: Daxwaza Amerîka teslîmbûna Îranê ye
Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî jî piştî vê piştrastkirinê, tekez kir ku Amerîka ji bilî teslîmbûna welatê wî tiştekî din naxwaze.
Amerîka û Îranê pênc dewreyên danûstandinan pêkanîne
Heta niha pênc dewreyên danûstandinên nerasterast di navbera Îran û rêveberiya Trump de, hatin lidarxistin.
Lê belê, di dema ku şandeya Îranê amadekariyên gera şeşemîn dikir de, Îsraîl û Amerîkayê, di Hezîrana borî de êrîşên hewayî li ser axa Îranê, dan destpêkirin.