Li navenda Rayat Bêt El Fen a li Siwêdayê civîna damezirîner a "Tevgera Herair Başan" hat lidarxistin.
Li wir endamên tevgerê da zanîn ku armanc wan xurtkirina beşdariya jinan di kar û barên giştî de, misogerkirina mafên wan û xebitîna li ser mijara jinên revandî ye.
Her wiha eşkerekirin ku ew ê xebatên hiqûqî û civakî bimeşînin û di pirsgirêkên xwecih û nîştimanî de derfetê li ber dengê jinan vekin.
Ev tevgera yekemîn a rêxistina jinan ya li Siwêdayê ye.