Li Edeneyê du jin hatin qetilkirin

Li Edeneyê rûyê tarî yê tundiya li ser jinan careke din derket pêş. Di du êrîşên cuda yên ku di heman şevê de li navçeyên Seyhan û Yûregîrê qewimîn de, Reyhan Acar (24) û Hatîce Mîne Kocamaz (40) bi çekan hatin qetilkirin. Kujerek hat girtin û lêpirsîna polîsan berdewam dike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li bajarê Edeneyê tundiya li ser jinan berdewam dike, di şevekî de du jin hatin qetilkirin. Her du bûyerên hovane ku li herêmên cuda qewimîn, bûn sedema tirs û xofeke mezin.

Bûyera yekem li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê pêk hat. Reyhan Acar  (24), dema ku li kolanê dimeşiya, rastî êrîşeke çekdarî ji aliyê kes an kesên nenas ve hat.
Guleyên ku li cihên cuda yên laşê wê ketin, ew bi giranî birîndar kirin. Acar ku rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanên bijîşkî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî.
Polîsan ji bo tespîtkirin û girtina êrîşkar lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.

Bûyera duyem li taxa Kişla ya navçeya Yûregîrê qewimî. Hatîce Mîne Kocamaz (40), dema ku bi tenê li mala xwe bû, ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê H.K. ve hat gulebarankirin û hat qetilkirin. Hat zanîn ku Kocamaz û hevjînê wê di qonaxa berdanê de bûn. Kujer H.K. piştî êrîşê reviya, lê ji aliyê polîsan ve di demeke kurt de hat girtin û binçavkirin.

Lêpirsîna hêzên ewlehiyê li ser her du cînayetên qetilkirinê bi berfirehî berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye