YPJ`ê bi boneya 8`ê Adarê peyamek weşand

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi boneya 8'ê Adarê peyamek weşand. YPJ`ê, di peyama xwe de got ku têkoşîna jinan ya li hemberî pergala katîlê kastîk di her dema dîrokê de weke şerê hebûnê, xwe domandiye. Her wiha YPJ`ê diyar kir ku jin îro jî ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşîneke bêhempa didin meşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.

 

Peyama YPJ`ê wiha ye:

 

YPJ: 8'ê Adarê, bi berxwedanî û fedakariya dîrokî ya jinan re bû rojeke watedar

 

"8'ê Adarê, bi berxwedanî û fedakariya dîrokî ya jinan re bû rojeke watedar.

 

Ev roj serpêhatiyeke dirêj a jinan di nava xwe de dihewîne.

 

Têkoşîna jinan ya li hemberî pergala katîlê kastîk di her dema dîrokê de weke şerê hebûnê xwe didomîne.

 

Îro jî jin ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşîneke bê eman didin meşandin."

 

 

``Ê ku ji bo me jinan jiyan cardin watedar kir, fikir û ramanên rêber Apo ye``

 

Hêzên YPJ`ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa têkoşîna Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan kir û wiha got:

 

"Ê ku ji bo me jinan, jiyan cardin watedar kir, fikir û ramanên Rêber Apo ye.

 

Mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo me bû navê jiyaneke nû û li ser esasê bîrdoziya rizgariya jinê têkoşîn kirin jî, ji bo me rêka serkeftinê teqez kir.

 

Îro, bi hezaran şervanên Şoreşa Rojava di çeperên şer de bi baweriya bîrdoziya Apo'yî henase digrin."

 

``Jinên Rojava ji bo tevahî jinan çarenûseke nû nivîsandin``

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin di dawiya peyama xwe de wiha got:

 

"Ji qada leşkerî heta civakî, ji siyasetê heta çandî, jin di hemû qadên jiyanê de têkoşîn didin meşandin. 

 

Jinên Rojava ji bo tevahî jinan çarenûseke nû nivîsandin û xwedî li mîrateya jinên têkoşer yên cîhanê derdikevin.

 

Em di vê roja pîroz de hemû şehîdên doza azadiyê di şexsê Şehîd Denîz, Sîdar, Şîlan, Siyajîn, Arînan de bi rêzdarî bibîrtinin.

 

Em bang li hemû jinên cîhanê, şoreşger û aktîvîstan dikin ku bila dengê jinan weke çemeke mezin bi hev re biherikînin, da ku deryaya azadiyê mezin û bê dawî be."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye