Kongra Star û kombûna zenûbiya kampaniya Sûriyeya azad û demokratîk ragihandin

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyeke hevbeş, kampaniyaya Avakirina Sûriya Azad û Demokratîk ragihandin. Kampaniya dê 12`ê cotmehê dest pê bike û heta 12`ê mijdara 2025`an berdewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi dirûşmeya "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" Kongra Star û Kombûna jinan a Zenûbiya kampaniyaya Avakirina Sûriyeya Azad û Demokratîk ragihandin.

 

Daxuyanî bi boneya salvegera 6`mîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Hevrîn Xelef  Li bajarên Reqa û Qamişloyê ve hat xwendin.

 

"Bê azadiya jinan û beşdariya wan a çalak demokrasî pêk nayê"

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo wefadariya giyanê şehîd Hevrîn Xelef, bi îradeya xwe ya azad wateya pêşengtiya jin a berpirsiyar temsîl kir, bawer dikir ku bê azadiya jinan û beşdariya wan a çalak demokrasî pêk nayê.

 

Kombûnê armanca Kampanyayê bi van xalan parvekir:

 

-Yekirina rêzên jinên Sûrî ji paşxaneyên cûda ji bo avakirina hevgirtineke jinan a neteweyî ya berfireh ku bikaribe bandorê li pêşeroja welêt bike.

 

- Têkoşîna ji bo destûreke demokratîk ku wekheviya zayendî ya tevahî garantî dike û mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan diparêze.

 

- Parastina destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî destkeftiyeke neteweyî ya hemû Sûriyan û hwd.

 

Kampanya dê ji 12ê Cotmehê heta 12ê Mijdara 2025an bidome û dê di sê qonaxan re derbas bibe.

 

Di qonaxa yekem de kampanya dê ji bajarên Qamişlo û Reqayê were destpêkirin û bangek vekirî dê ji jinên Sûriyê û cîhanê re were kirin da ku helwesta xwe li dora daxwazên jinên Sûriyê bikin yek.

 

Her wiha di qonaxa duyem de rêxistinkirina rêzeçalakiyan, di nav de:

 

- Peyamên hevgirtinê yên navneteweyî ji tevgerên jinan ên li çaraliyê cîhanê, ku ji bo piştgiriya jinên Sûriyê têne belavkirin.

 

- Rastiya Sûriyê û daxwazên jin û pêkhateyên wê yên cûda.

 

- Têgeha xweparastina jin  ji perspektîfeke Jinelojî û ezmûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ).

 

- Ezmûna avakirina civakeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî modelek azadiyê.

 

- Ezmûnên jinan li Filistîn, Belûçistan, Hindistan û Amerîkaya Latîn di têkoşîna azadî û aştiyê de.

 

Di qonaxa sêyem de kampanya dê bi pêşkêşkirineke berfireh a hemî materyalên hilberandî (vîdyo, daxuyanî, wêne, gotar, hwd.) bi dawî bibe û ji rêxistinên navneteweyî, parlemento, ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re were şandin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye