Îsraîl wê tunelên Hemasê îmha bike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Kartz ragihand ku piştî berdana dîlgirtiyên li Xezayê wê tunelên Hemasê hemûyan îmha bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsrael Katz anî ziman ku operasyonên navborî wê di çarçoveya mekanîzmayeke navneteweyî de ku di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bêne kirin.

 

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di şerê zêdeyî du salan de beşek ji van tunelan hatine îmhakirin.

 

Lê belê li gorî Wezîrê Parastinê Kartz, tinekirina tunelên ku hîn hene wê di çarçoveya qonaxa “bêçekbûnê” ya plana Serokê DYE’yê Donald Trump de bê kirin.

 

Li aliyê din Hemasê di daxuyaniyên xwe yên sala dawî de, diyar kiribû ku ew amade ne kapasîteya xwe ya çekan qonax bi qonax kêm bikin, lê belê ev yek jî bi çareseriya siyasî ya şerê Fîlîstîn-Îsraîlê ve girê da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye