111 sal di ser Komkujiya li dijî Ermeniyan re derbas bûn.
Ermenî li her derê vê komkujiyê bi merasîmên taybet bi bîr tînin.
Meclisa Civaka Ermenî bi hevkariya Partiya Yekîtiya Ermenî, li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya gelê Ermeniyan, semînerek li dar xist.
Semîner ji hêla lêkolîner û dîroknas Hena Somî ve hate dayîn. Hena Somî bal kişand ser komkujî û qirkirinên ku ji hêla Osmaniyan ve li dijî Ermenan hatine kirin.
Hena Somî serdema qirkirinê di dema desthilatdariya Osmaniyan de bi bîr xist û got:
"Osmaniyan bi zîhniyeta Tûranî zêdetirî milyonek Ermenî qir kirin."
Somî, destnîşan kir ku projeya Osmaniyan projeyeke Îslama siyasî bû û qirkirin di navbera salên 1877 û 1908`an de pêk hat.
Somî: Rojhilatê Anatolyayê bi tevahî ji Ermenan vala kirin
Somî got: "23yê Nîsana 1915an xaleke girîng bû, di van bûyeran de, di wê demê de dest bi koçberkirinên girseyî û trajediyên mirovî hat kirin.
Rojhilatê Anatolyayê bi tevahî ji Ermenan vala kirin.”
Piştre amadekariyên qonaxeke din a qirkirinê di navbera salên 1908 û 1918`an de hat kirin.
Qonaxa sêyemîn a qirkirina Ermenan jî bi Peymana Lozanê ya 1923`an bi dawî bû û mafên Ermenan ji holê hate rakirin.
Di Şerê Cîhanî yê Yekem de dewleta Osmanî bi komkujiyekê bêtirî milyonek û nîv Ermenî kirin qurbanî û bi sed hezaran Ermenî koçber kirin.
Di 1915an de mîlyonek û nîv Ermenî hatin kuştin
Tevî ku salên borî çend welatan Komkujiya Ermenan nas kir jî, lê Ermenî daxwaz dikin ku hemû welatên cîhanê vê yekê nas bikin, da ku komkujî dubare nebin.
Çavkaniyên Ermenan dibêjin di navbera 1915-1917an de milyonek û 500 hezar Ermenî ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatine qirkirin.
Lê çavkaniyên Tirkan dibêjin wan tenê 700 hezar Ermenî qetil kirine.
Heta niha 30’î welatan Komkujiya Ermenan a ji aliyê Osmaniyan ve nas kirine.
Komkujiya Ermenîyan ji aliyê Teşkîlat-i Mahsusa ya girêdayî rêxistina Cemiyeta Îttihat û Tereqiyê ve hate pêkanîn.
Ew roj, roja destpêkirina Komkujiya Ermeniyan bû.
Gelê Ermenî, ji cih û warên xwe yên hezarên salan hatin sirgûnkirin û gelek jî jê hatin qetilkirin.
Hemû hebûn û şopên gelên Mesîhî ji Anatolyayê hate tunekirin, mal û milkên Ermenan û dewlemendiya şaristaniya wan hate desteserkirin.
Komkujiya Ermenan beriya her tiştî mijareke mirovî, hiqûqî û civakî ye.
Him dewleta Tirk û hem jî hêzên navneteweyî vê trajediyê li gorî hesab û berjewendiyên xwe bi kar tînin û rê li ber naskirin û qebûlkirina vê komkujiyê digirin.
Komkujiya Ermenan li vê axê hate pêkanîn, divê edalet jî li vê axê bê pêkanîn.
Komkujiya Ermenan di dîroka vî welatî de diyardeyeke girîng e.
Semboleke dîrokî ye û xeta qirêj a hêzên kûr di nav dewletê de nîşan dide.
Polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Rûm, Siryan, Keldan, Kurd, Elewî, Êzidî hatin pêkanîn jî parçeyek û berdewama vê zihniyetê ne.
Tiştê ku anîn serê gelan, di nav polîtîkayeke yekpare de hatin pêkanîn.
Qebûlkirin, naskirin û tezmînkirina vê komkujiyê ji bo avakirina siberojeke azad, hevpar û wekhev pêdiviyeke mezin e.