MSD'ê daxwaza lidarxistina kongreya niştîmanî kir

MSD’ê diyar kir ku hilbijartinên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê ne û derengxistina pêkanîna peymana 10’ê Adarê gefê li çareseriya nîştimanî dixwe. MSD’ê daxwaza sîstemeke nenavendî û lidarxistina kongreyeke nîştimanî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) bi armanca nîqaşkirina pêvajoya veguhêz û rewşa siyasî civînek li dar xist.

 

Di civînê de hevserokên MSD’ê Leyla Qereman, Mehmûd El Mislit û endamên desteyê amade bûn.

 

MSD: Hilbijartinên meclisê hêviyên gelê sûriyê îfade nake

 

Hevserokatiya MSD'ê bal kişand li ser rewşa siyasî ya li Sûriyeyê, bi taybetî "hilbijartinên meclisa gel" ên hikûmeta veguhêz û diyar kir ku ev hilbijartin daxwaz û hêviyên gelê Sûriyeyê îfade nakin.

 

Di heman demê de, bang li hikûmeta veguhêz hat kirin ku hilbijartinên gel li gorî pîvanên şefaf û temsîliyeta adilane li dar bixe.

 

Beşdaran diyar kirin ku divê tevahî Sûriyeyî yên li welat û yên li derveyî welat beşdarî hilbijartinan bibin û hilbijartin bi çavdêriya navneteweyî werin kirin.

 

"Derengxistina pêkanîna peymanê rê li ber xeteriyan vedike"

 

Li aliyekî din, beşdarên civînê detsnîşan kirin ku tevgerên leşkerî yên vê dawiyê yên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd yên Helebê binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê ye.

 

 

Di civînê de îşaret bi peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û hikûmeta veguhêz de jî hat kirin û dan zanîn ku di pêkanîna bendên peymanê de derengmayîn heye, sedema vê yekê jî binpêkirinên domdar ên ji aliyê hikumeta veguhêz e.

 

 

Her wiha, di civînê de hat gotin ku derengxistina pêkanîna peymanê derfetên çareseriya nîştimanî ya giştî dixe bin gefan.

 

"MSD'ê rola xwe ya niştîmanî bo demokrasiyê bi cih tîne"

 

Dîsa, "nenavendîbûn" hat bibîrxistin û hat tekezkirin ku ew bingeha istiqrara Sûriyeyê ye û her forumeke siyasî ya ku nenavndîbûnê di ber çavan re negire, nikarê istiqrareke daîmî pêk bîne.

 

MSD'ê banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya giştî kir ku tevahî hêzên siyasî bîne gel hev û li ser çareseriyeke siyasî li hev bikin.

 

Di dawiya civînê de hate gotin ku  pêvajoya pêş pêkanîna biryarên şênber hewce dike û hate diyarkirin ku MSD’ê bi rola xwe ya nîştimanî ya parastina berjewendiyên tevahî Sûriyeyê, pêkanîna aştiya navxweyî û gavavêtina ber bi sîstemeke demokratîk a nenavendî ve radibe.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24