Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çekdarên hêzên hikûmeta vegûhêz ya Şamê, roja sêşemê (7'ê Cotmehê) ciwanê bi navê Mihemed Fadil Mihemed ê 18 salî revandiye. Mihemed ji xelkê Şeran a li gundewarê Efrîna dagirkiriye û niştecihê taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ye.
Ev bûyer piştî dorpêç û êrîşa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hat.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku çarenûsa Mihemed hîn ne diyar e.
Beriya wê, di 7'ê Cotmehê de, hêzên hikûmetê Îmad Arif Horo yê 17 salî, ku niştecihê taxa Şêx Meqsûd e revandibû.
Malbatên wan jî, hikûmeta veguhêz ji ewlehiya zarokên xwe berpirsyar dibînin û daxwaza vegera wan dikin.