Hewldanên ji bo civîna PDK û YNK didomin

Hewldanên ji bo civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) didomin. Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di çarçoveya destpêşxeriya xwe ya ji bo nêzîkkirina PDK û YNK`ê de, bi berpirsên PDK`ê re civiya. Herî dawiyê jî Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku wan pêşniyar kiriye ku postê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevpeymaniya wan û YNK’ê be û got; “Eger ev mercên me bên pejirandin, em ê beşdarî hikûmeta nû bibin.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hewldanên ji bo civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) didomin.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê hewldanên xwe yên ji bo vê mebestê zêde kirine.

Ji ber pevguhertina 2 nameyan a di navbera PDK û YNK`ê de alozî derketiye.

Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di çarçoveya destpêşxeriya xwe ya ji bo nêzîkkirina PDK û YNK`ê de, bi berpirsên PDK`ê re civiya.

Behaedîn paşê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî re civiya.

Serokê YNK'ê Bafil Talebanî serdana Tevgera Goran kir

Her wiha duh jî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Bafil Celal Talebanî ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tevgera Goran Dana Ehmed Mecîd ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de Berpirsê Burda Peywendiyên Kurdistanê ya YNK`ê, amade bûn.

Tê de geşedanên dawî yên siyasî li Başûrê Kurdistanê û Îraqê hatin gotûbêjkirin.

YNK û Tevgera Goran teqezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera hev de kirin.

Her wiha teqezî li ser pêwîstiya derbaskirina zehmetiyan hate kirin.

Aloziyên di navbera PDK û YNK'ê de piştî pevguhertina 2 nameyan derketine

Li gorî agahyan, aloziyên van demên dawî yên di navbera PDK û YNK`ê de piştî pevguhertina 2 nameyan derketine holê.

Nêzîkî sal û heşt mehan e ku hilbijartina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bi rê ve çûye, lê heta niha ne hikûmet ava bûye û ne jî parlamento civînên xwe encam dide.

Di hilbijartina 20'ê Cotmeha 2024’an de, PDK'ê 39 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin, her wiha YNK’ê 23 kursî û Neweya Nû 15 kursî bi dest xistin.

Lê bi şêwazê devkî, YNK û Neweya Nû li ser hevpeymanekê li hev kirine û biryar e di serê meha bê de hevpeymaniya xwe îmze bikin.

Lê belê PDK`ê ne amade ye ku li ser bingeha wê hevpeymaniyê digel YNK û Neweya Nû bicive û postên kabîneya nû ya hikûmetê dabeş bike.

Di nava du hefteyên borî de hewldan û navbeynkariyeke zêde hat kirin da ku PDK û YNK nêzî hev bibin û dest bi dan û standinên avakirina hikûmetê bikin.

PDK’ê û YNK’ê jî di nava xwe de li ser çend astên cuda li pişt perdeyê civiyan.

Lê hemû bê encam man û ti encameke wan nebû.

Niha helwesta fermî ya YNK’ê ew e ku PDK 39 kursiyên wê hene û li beramber jî YNK û hevpeymanên xwe jî 39 kursiyên wan hene.

PDK: Lihevkirina di navbera YNK’ê û Neweya Nû de ne asayî ye

Ew dixwazin postên hikûmetê nîv bi nîv wergirin û ligel Neweya Nû û hevpeymanên xwe îmze bikin ku ew li ser vê helwesta xwe gav paşde navêjin.

PDK’ê dibêje; lihevkirina di navbera YNK’ê û Neweya Nû de, ne asayî û xwezayî ye û di girtîgehê de ji bo dijbertiya PDK’ê hatiye îmzekirin.

YNK û Neweya Nû li ser lihevkirina xwe bi israr in, heta Neweya Nû bi fikar e ku ew di îmzekirina lihevkirinê de dereng ketine.

PDK'ê ji bo aktîvkirina parlamentoyê kar dike

PDK`ê niha ji bo aktîvkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê kar dike, lê belê hikûmeta herêmê pêşniyara li ser aktîvkirina parlamentoyê nake.

PDK`ê dixwaze ku weke dema berê bi awayekî demkî desteya serokatiya parlamentoyê hilbijêre û piştre bi YNK’ê re li hev bike û serokatiya parlamentoyê radestî YNK’ê bike.

PDK’ê bi xwe 39 kursî wan hene, Yekgirtû razî bûye ku tevlî aktîvkirina parlamentoyê bibe û amadehiya xwe nîşan bide, bi vî awayî kursiyên PDK’ê dibin 46.

Beşek ji fraksiyona Eniya Helwest û beşek ji fraksiyona Nifşê Nû, her wiha kursiyên Partiya Sosyalîst amade ne ku beşdarî danîşîna yekem bibin.

Bi vî awayî parlamento piranîya kursiyan ji bo danişîna parlamentoyê misoger dike, lê belê PDK`ê heya niha ne amade ye vê gavê biavêje, ji ber ku ew li benda YNK’ê ye.

Herî dawiyê jî Serokê Tevgera Nifşê Nû, Şasiwar Ebdulwahid têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Şasiwar: Me pêşniyar kiriye postê serokê hikûmetê ji bo hevpeymaniya me be

Şaziwar Ebdulwahid got;

“Me pêşniyar kiriye ku postê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevpeymaniya me û YNK’ê be.

Zehmet e ku PDK`ê bi 39 kursiyan bibe xwediyê hemû postên hikûmetê.

Ji ber ku PDK’ê piraniya kursiyên parlamentoyê nîne, lewra nikare postê serokê hikûmetê wergire.

Heta hefteya bê em ê projeyekê ligel YNK’ê ragihînin.

Hîn me biryar nedaye ku weke Tevgera Nifşê Nû beşdarî hikûmeta nû bibin an na.

Eger mercên me bi cih bên, wê demê em ê beşdarî hikûmetê bibin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye