Li Venezuelayê du erdhej li pey hev rû dan.
Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), erdheja destpêkê bi dema herêmî saet di 18:04'an de bi mezinahiya 7,2 pileyî bi 21,9 pileyî li binê erdê rû da.
Piştî bi 39 saniyan bi mezinahiya 7,5 pileyî erdheja duyemîn qewimî.
Piştî herdu erdhejan li herêmê nêzî 20 erdhejên biçûk rû dan.
Heta niha ji ber erdhejê 32 kesan jiyana xwe ji dest dane
Serokdewleta demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 700 kes jî birîndar bûne.
Rodriguez anî ziman ku ji eyaleta La Guairayê nikarin agahiyeke şênber werbigirin û eyalet yek ji wan deveran e ku derba herî giran ji erdhejê xwar.
Li paytextê Caracasê avahî hilweşiyan
Erdhej li paytexta Caracasê bû sedema panîka mezin.
Li bajêr hin avahî hilweşiyan, ziyan li gelek avahiyan bû.
Gel daket kolanan û tîmên rizgarkirinê jî hewl didin mirovên ku di binê enqazê de mane rizgar bikin.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê hişyarî da ku mezinahiya felaketê dibe ku gelekî giran be.
Saziyê diyar kir ku hejmara qurbaniyan dikare zêde bibe.
Kolombîya jî bi erdhejê hesiyan
Erdhejê ji bilî Venezuelayê bandor li derdorê jî kir.
Paytexta Kolombîyayê Bogota ku bi hezar kîlometreyî dûrî cihê erdhejê ye, ew jî hejiya.
Yekîneya Rêveberiya Afetê û Rîskê ya Neteweyî ya Kolombîyayê diyar kir ku ji bo peravên Karîbîkê xeteriya tsunamiyê nîne.
Erdhejeke bi pileya 7.2 li peravên bakurê Japonyayê çêbû
Her wiha îro erdhejeke bi pileya 7.2 li peravên bakurê Japonyayê çêbû.
Hikûmeta Japonî piştrast kir ku heta niha ti rapor li ser birîndar an zirarên cidî tune ne.
Di heman demê de, Hikûmetê anî ziman ku rayedar nirxandina rewşê û şopandina her encamên muhtemel didomînin.