Ev bûye demeke ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyên xwe de dibêje wê Sûriyê di şerê li Libnanê de alîkariya me bike.
Li herêmê guhertin bi lez çêdibin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zexteke zêde li Îran û hevalbendên wê dike.
Di vê rewşê de tê pirskirin ka Sûriye dê destwerdana Libnanê bike û bikeve nava şerê li dijî Hizbullahê?
Li gorî çavdêr dibêjin ku dibe dema ku Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera çû serdana DYA’yê, dosya şerê li dijî Hizbullahê hatbe pêşkêşkirin.
Her wiha di vê serdanê de li ser rewşa Sûriyê nîqaş kiribin û dibe ku di aliyê leşkerî de Washington destekê bide Şamê.
Trump vê yekê bi eşkere dibêje, lê heta niha mekanîzmeya pêkanînê tune ne û ti gavên cidî di vê mijarê de nehatine avêtin.
Heke Ehmed Şera biryareke wisa bide, dê di aliyê leşkerî û siyasî de buhayê wê giran be.
Tirkiye jî ku hevalbendê Şamê ye, bi helwesta xwe ne pê re ye ku Şam tev li şerê li hemberî Hizbullahê bibe.
Di vê demê de ya girîng ji bo Sûriyê ew e ku xwe ji nû ve ava bike û tevna neteweyî ya navbera pêkhateyên Sûriyê de çêbike.
Şera di serdana xwe ya li Washingtonê de got ku ew amade ye bi Îsraîlê re dan û standinan bike, bi şertê Îsraîl vegere sînorê navneteweyî û dawî li dagirkirina Colanê bîne.
Heke Şam li hemberî Hizbullahê şer bike, dê li Libnanê şer çêbe, bi taybet li herêmên ku Hizbullah lê ye, mîna Belbek, El Hermel û Buqaiyê, armanca ji vî şerî ew e ku rêyên qaçax ên navbera Libnan, Sûriye, Îraq û Îranê asê bikin.
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di daxuyaniyên xwe de gotibû ku ew naxwazin li hemberî Hizbullahê şer bikin.
Ehmed Şera: Em ji bo gelê Libnanê beşeke çareseriyê ne
Ehmed Şera anî ziman ku gelên Sûriyê û Libnanê gelek êş ji rejîma Baasê kişandine, ji bo gelê Libnanê em beşek ji çareseriyan e, ne beşek ji pirsgirêkan e.
Ehmed Şera: Em naxwazin Hizbullah ji holê rabe
Ehmed Şera diyar kir ku ew naxwazin Hizbillah ji holê rabe û got:
" Hizbullah roleke wê ya mezin di koçberiya 14 salan de heye, ev jî ji bo me birîneke kûr e.
Pirsgirêkeke me ya kûr bi Hizbullahê re heye, lê em naxwazin Hizbullah ji holê rabe."
Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku tevgerên hêzên leşkerî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li seranserî sînorê bi ser Libnanê re, weke deverên li gundewarên rojavayê Humsê, gundewarên Şamê, Tertûsê zêde kirine.
SOHRˊê diyar kir ku sewqiyetên leşkerî li gundên sînorî yên herêma Qisêr, Tilkelex, Sehid Zebedanî û Cerûd Qelemon bûn.
Her wiha li nêzî sînorê bakurê Libnanê li herêma Ekar jî çalakiyeke leşkerî hat şopandin.
Navendê destnîşan kir ku çekên giran û wesayîtên leşkerî ji gundewarê rojhilatê Helebê ber bi xalên sînorî yên li gundewarên Humsê ve hatin veguhastin.
Ev gav xurtkirina hebûna leşkerî ya Sûriyê li seranserî sînorê bi Libnanê re nîşan dide.